“Berhemên Tirkiyê zirereke mezin didin aboriya welat”

Endamê Lijneya Aborî û Berhem-anînê ya parlementoya Iraqê û du şarezayên aborî yên Iraqê diyar kirin ku berhemên derve bûye sedema têkçûna pîşesaziya Iraqê û zirereke mezin daye aboriya herêmê.

Endamê Lijneya Aborî û Berhem-anînê ya Parlementoya Iraqê Elî Mûsewî got:

“Berhemên Tirkî ziyaneke mezin gihandiye aboriya nîştîmanî ya Iraqê.

Di van demên dawiyê de, bi awayeke pir berçav bandora wê ya neyînî ya li ser bazara Iraqê derketiye holê.

Mûsewî bang li hikûmeta federal kir ku tedbîrên hişk li deriyên sînor bigirin û got:

“Divê kesên ku ziyanên mezin digihînin aboriya Iraqê werin dadgehkirin.”

Back to top button