KCK: Gelê me di Newrozê de bi awayekî xurt xwedî li Rêber Apo derket

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir gel li qadên Newrozê li Rêber Apo xwedî derket û diyar kir ku divê ev xwedîderketin herdem bê berdewam kirin.
KCK’ê got, “Bi van Newrozan re sala 2021’ê ji niha ve bûye saleke ku azadî lê bê misogerkirin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê gelê Kurd û dostên xwe yên ku bi mîlyonan qadên Newrozê dagirtin silav û pîroz kir.

KCK’ê da zanîn Newroza 2021 li Kurdistanê, li bajarên Tirkiyê û derveyî welat bi rengekî heybet hat pîroz kirin û tirs xiste dilê dijmin.

KCK’ê destnîşan kir Newroz buye bangekê ku Pêngava ‘Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê; dem dema azadiyê ye’ bê pêşxistin û bilindkirin.

KCK’ê anî ziman Newroza 2021’ê nîşan da ku Plana Têkbirinê ya ku havîna 2014’an hate amadekirin, wê bi ti awayî encamê wernegire û wê teqez têk biçe.

KCK’ê da zanîn gel di Newroza 2021’ê de bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Azadî ji Rêber Apo re’ bi awayê herî xurt xwedî li Rêberê xwe derketiye û wiha dewam kir,

“Ev xwedîderketin di heman demê de bûye bersivek ji nûçeyên li ser jiyan û tenduristiya Rêber Apo. Gelê me dixwaze tavilê agahiyeke pêbawer ji ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo werbigire. Ji ber ku tê zanîn, desthilatdariya faşîst a heyî dijminê Kurdan e. Lewma gelê me dixwaze Rêber Apo bi awayê fîzîkî azad bibe; têkoşîna xwe jî bo vê armancê dewam dike.”

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin mijara ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo hîn zelal nebûye û hate gotin,

“Divê ti bawerî bi daxuyaniyên desthilata ku dijminê Kurdan e, neyê. Lewma şert e ku parêzer rû bi rû Rêber Apo bibînin. Heta ku ev pêk neyê, divê gelê me helwesta xwe ya xwedîderketina li Rêbertî ku di Newrozê de nîşan da, bi çalakiyên dewlemend dewam bike.”

KCK’ê destnîşan kir ger di demeke kurt de rewşa Rêber Ocalan eşkere nebe, ew ê bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya nû eşkere bikin û got,

“Eger di demeke kurt de rewş zelal nebe, divê gelê me jî, dostên me jî, hêzên demokrasiyê hemû xwe ji rê û rêbazên nû yên têkoşînê re amade bikin. Berpirsyariya me ye ku em têkoşîna ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo bigihînin asteke nû. Xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li hebûn û azadiya xwe ye.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiyê de eşkere kir ku Newroza 2021’ê nîşan da ku gelê Kurd û dostên xwe xwedî li Rêber Apo derketine û ev xwedîderketina li Rêber Apo divê herdem bê dewamkirin.

Back to top button