QSD’ê nasnameya du şervanên ku li Eyn Îsayê di berxwedana li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehid bûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandina QSD’ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku di van rojên dawî de, êrîşên dewleta Tirk li ser Eyn Îsayê zêde bûne û di encama berxwedaneke lehengî ya şervanên QSD’ê a li dijî êrîşan de du şervanên wan şehîd ketin.
QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza rizgarkirna herêmên dagirkirî û têkbirina çete û dagirkeran da.
Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:
Hesen Îsa bi nasnav Mûrad, di 19’ê Adarê 2021’ê li Eyn Îsayê şehîd bûye.
Hisên Hebeş bi nasnav Hebeş di 19’ê Adara 2021’ê li Eyn Îsa şehîd bûye.