Kongreya Star li bajarên Hol, Şedadê û Til Mecdel semîner dan

Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê, sazî û rêxistinên jinan li Bakurê û Rojhialtî Sûriyê dest bi çalakiyan kirin. Li gelek bajaran îro çalakî hebûn û peyama bilindkirina têkoşîna li dijî tundiyê hat dayîn.

Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan , sazî û rêxistinên jinan li Bakurê û Rojhialtî Sûriyê çalakî li dar xistin.

Li Hesekê, Kongreya Stra bi hevkariya Meclisa Jinê a PYD’ê semînerek li bajarokê Til Mecdel, û navçeyên Hol û Şedadê da.
Di semîneran de rengên tudiya li ser jinê, sedem, bandor û têkoşîna dijî tundiya li ser jinê hatin nîqaşkirin.

Kongreya Star panelek li taxa Şêxmeqsûd ya Helebê li dar xist

li Helebê, Kongreya Star bi hevkariya Meclisa Jinan a PYD’ê ya taxê Şêxmeqsûdê panelek bi diruşma “Ji bo têkbirina tundî û dagirkeriyê tê bikoşe” li dar xist.

Di panelê de gelek siyasetmedar, hiqûqnas, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên li taxê, amade bûn.

Endama rêveber a Kongreya Star Amîne Xidro, endamê Meclisa Foruma Olan a Helebê Umer El-Şamî, Parêzer Yasmîn Necar û bi rêya onlinê nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk li Washingtonê Sînem Mihemed û helbestvana Amazixî a Mexribî Hind Fakor Remedanî axivîn.

Kesên axivîn behsa sedem û bandora tundiya li ser jinê û çareserîyê kirin.

Kongreya Star li kantona Kobanî semînerek li dar xist

Li Kobanî jî, Kongreya Star bi hevkariya Rêxistina Sara A Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan semînerek taybet ji mêran re li dar xist.
Semîner ji hêla hevseroka Desteya Hundir a Herêma Firatê Bozan Xelîl ve hate dayîn û tê de behsa pêşengtiya jinê di Şoreşa Rojava de kir.

Li Minbicê Rêxistina Jinên Zenûbya semînerek li dar xist

Li Minbicê jî, ji bo 25’ê Mijdarê, Rêxistina Jinên Zenûbiya semînerek da û tê de sedem û bandora tundiya dijî jinê, û çawa jin dikare dijî hişmendiyê baviksalarî têbikoşe nirxand.

Buroya jinê ya MSD’ê ji bo roja 25’ê mijadraê li Reqayê semînerek da

Buroya Jinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk jî bi heman armancê li Reqayê semînerek da

Semîner ji hêla wêjevan Mariya El-Icêlî ve hat dayîn û tê de bal hate kişandin tundiya li ser jinan.

Endama Partiya Sûriya Pêşerojê Zelîxe Ebdî jî di semînerê de axivî û got, bi hişmendiya azad a jin û mêr wê civakek demokratîk bê avakirin.

Yekîtiya Jinên Êzîdî li Şehbayê ji bo 25’ê Mijdarê panelek li dar xist

Li Şehbayê jî, Yekîtiya Jinên Êzîdî yên Rojava bi heman armancê panelek bi dirûşmeya ” têbikoşe, Dagirkerî û tundiyê têk bibe” li hola Mîtan a navçeya Ehdasê li dar xist.

Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyan a Efrînê Ayşe Sîdo destpêkê axivî behsa tundiya dijî jinê û bi taybet jina Êzîdî kir.

Endama Rêveberiya Jinên Ëzidî Sûad Hiso jî di panelê de axivî û hemû rengên tundî yên di dîrokê de li ser jina Êzîdî hatine meşandin anî ziman.

Back to top button