Qonaxa yekemîn a pêşbirka zarokan dest pê kir

Desteya Çandê bi hevkariya Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê û mamosteyên zimanê erebî, qonaxa yekem a pêşbirka bi navnîşana “Nivîskarê
Paşerojê” dest pê kir.

Ev pêşbirk ji bo teşwîqkirina zarokan li ser xwendina pirtûkan hate amede kirin.

Pêşbirk li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo bi tevlîbûna 60 zarokan
dest pê kir.

Di pêşbirkê de 30 zarok tevlî beşê zimanê kurdî û 30 zarok tevlî beşê erebî bûn û ji bo her beşekî komîteyek nirxandinê hatine avakirin.

Îro jî wê qonaxa duyemîn a pêşbirkê were lidarxistin.

Tê payîn ku pêşbirka Nivîskarê Paşerojê ya Yekemîn a Zarokan dê bi awayekî asayî her sal di Hezîranê de wê were lidarxistin.

Back to top button