Mihemed Sadiq: Belavkirina mazotê wê heya dawiya salê dewam bike

Rêveberiya Sotemeniyê mîqdara belavkirina mazotê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.

Hevserokê rêveberiya Sotemeniyê Mihemed Sadiq diyar kir ku belav kirina mazotê li gorî serjimara malbatan û bi rêya deftera malbatê tê belavkirin û heta niha zêdeyî 118 milyon litre mazot li ser zêdeyî 200 hezar malbat ,hatiye belavkirin.

Mihemed Sadiq destnîşan kir ku heya niha belav kirina mazotê li herêm Cizîrê,Tebqa, herêma Firatê û Mibicê berdewame.

Sadiq eşkere kir ku ji ber kêmbûna agahiyan ê hin malbatan belavkirina mazotê dereg bû.

Di dawiyê de hevserokê rêveberiyê diyar kir ku belavkirina mazotê wê heta dawiya sala 2020’an berdewam bike.

Back to top button