Hikmet Hebîb: Hevdîtin erênî û cidî bûn em li benda encamên wê ne

Cîgirê seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Hikmet Hebîb eşkere kir ku hevdîtinên MSD’ê yên dawîn ên bi rayedarên Rûs re, baş derbas bû.
Hebîb destnîşan kir ku di qonaxa bê de wê encamên wê bê dîtin.

28’ê Tebaxa borî şandeyeke MSD’ê serdana paytexta Rûsya Moskovê kiribû û bi Partiya Vîna Gel re muzakereyeke lihevkirinê pêk anîbû.

Her wiha MSD’ê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin pêk anî.

MSD’ê di serdana xwe de projeya MSD’ê û Rêveberiya Xweser pêşkêş kir û behsa projeya niştîmanî ya parastina yekîtiya xaka Sûriyê kir.

Cîgirê seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Hikmet Hebîb derbarê encamên sedanê de axivî û got:

“Di civînên pêk hatine de, me cidiyet di helwesta hikumeta Rûsyayê dît.

Wê di rojên bê de ew cidiyet diyar bibe, bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî, diyalogên bi hikumeta Şamê re yan beşdarbûna me di civînên din de.

Rayedarên Rûs êdî bawer in ku pêvajoya siyasî bêyî beşdariya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rê ve naçe.”

Hikmet Hebîb anî ziman ku diyalog erênî bû û rayedarên Rûs gihîştin wê baweriyê ku projeya Rêveberiya Xweser û nenavendîbûn, projeya çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

Hebîb diyar kir ku Rûsya dixwaze şerê Sûriyê bi dawî bibe û hewl dide di qonaxa heyî de bigihêjin lihevkirinên siyasî.

Cîgirê seroka Desteya Rêveber a MSD’ê wiha bi dawî kir:

“Em li bendê ne ku li ser gefên Tirkiyê ji herêmê re û binpêkirinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rûsya bi Tirkiyê re nîqaş bike.”

Back to top button