Sekreterê Giştî yê NATO Stoltenberg ji nişkave serdana Kîevê kir

NATO di piştevaniya Ukraynayê de bi israr xuya dike.
Ev israr di serdana Sekreterê Giştî yê NATO Stoltenberg ya bo Kîevê de derket.
Stoltenberg got: Ukrayan gav bi gav xaka xwe ya di bin kontrola Rûsyayê de vedigerîne.
Zelensky jî îşaret bi pêwistiya wan ya sîstema parastina asmanî kir.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku Ukrayna di êrîşa xwe ya li dijî Rûsyayê de pêşde diçe û got;

Kîev gav bi gav axa xwe vedigerîne.

Stoltenberg: Ukrayna gav bi gav xaka xwe ji bin kontrola Rûsya derdixe

Stoltenberg ji nişka ve serdana Ukrayna kir û li paytext Kîevê bi Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re civiya.

Piştî civînê Stoltenberg û Zelensky daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Sekreterê Giştî yê NATOyê got:

“Ji bo her metreya ku leşkerên Ukraynayê ji nûve bi dest dixin, Rûsya metreyekî axa kontrolkirî wenda dike.

Her wiha di ruhê vê şerî de nakokiyek mezin heye.

Di wextekî malbatên Ukrayna ji bo paşeroja xwe şer dikin de, Moskow ji bo xeyalên xwe yên emperyalîst şer dike.”

Zeneksy: Pêwistiya me hîn bêtir bi sîstema parastina esmanî heye

Serokomarê Ukrayna Zelensky bi bîr xist ku Moskow rojek berê 40 êrîşên bi balafirên bêmirov pêk aniye û destnîşan kir ku di şerê li dijî Rûsyayê de hewcedariya Ukraynayê hîn bêtir bi parastina hewayî heye.

Zelensky bal kişand ku ew bi êrîşeke hewayî ya dijwar a Rûsyayê re rû bi rû ne û wiha got:

“Her ku ev êrîşa tund a li ser bajar û benderên Ukraynayê ku di warê ewlekariya xurek a cîhanê de girîng, dewam dike, divê em zexta li ser Rûsyayê zêde bikin û zêde bikin.

Her wiha parastina esmanî xurt bikin.”

Li ser vê yekê Stoltenberg got;

Ew bi berdewamî zextê li hevalbendên NATOyê dike ku bêtir piştgirî bidin Ukraynayê û ya herî girîng jî bilezkirina radestkirina pergalên parastina asmanî ye.

Stoltenberg diyar kir ku NATOyê bi şirketên pîşesaziya parastinê re bi bihayê 2,4 mîlyar euro (2,53 mîlyar dolar) peymanên çarçoveyeke berfireh îmze kir.

Di nava wan de, ji bo gihandina cebilxane ji Ukraynayê re fermana bo 1 mîlyar euro hatiye dayîn.

Stoltenberg êrîşên Rûsyayê yên li ser sînorê Ukraynayê ligel Romanyaya endamê NATOyê şermezar kir û diyar kir ku tu delîl tune ku êrîşên bi vî rengî êrîşeke bi mebest li dijî Romanyayê ye, lê wan ew wek kiryarên “bêaqil” û “bêîstiqrarker” binav kirin.

Serokê parlamentoya Kanada ji ber pêşwaziya li leşkerê nazî îstifa kir

Back to top button