Almanya wê balafirên şer “Eurofighter Typhoon” bifroşe Erebistana Siûdî

Almanyayê ragihand ku wê balafirên şer yên Eurofighter Typhoon bifroşin Erebistana Siûdî ku beriya niha firotina wê astengkiribûn.
Wezîra Karên Derve ya Alman diyar kir ku Erebistan ji bo ewlekariya Îsraîlê û herêmê alikariyê dike.

Dewleta Alman beriya niha firotina balafirên şer yên “Eurofighter Typhoon” ji bo Erebistana Siûdî asteng kiribû.

Lê Almanya ji vê helwesta xwe paşde vegeriya.

Wezîra Karên Derve ya Alman Annalena Baerbock ku serdana Îsraîlê kir derbarê mijarê de axivî.

Baerbock ku bi serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog re hevdîtin kir diyar kir ku wê hikumeta Alman firotina balafiran ya ji bo Siûdî asteng neke.

Baerbock wiha got; “Erebistana Siûdî ji bo ewlekariya Îsraîlê û herêmê piştgiriyê dike.

Ji ber vê yekê weke hikumet em ê li pêş planên Îngilistanê ya firotina balafirên Eurofighter ji bo Erebistana Siûdî nebin asteng.”

Balafirên şer Eurofighter Typhoon ji aliyê dezgeheke ku Almanya, Îngilistan, Îtalya û Spanyê ve hatiye avakirin ve tê çêkirin. Ji ber vê divê firotina balafiran ji aliyê her çar dewletan ve bê erêkirin.

Sala 2023’an dewleta Tirk jî ji bo kirrîna balafiran serlêdan kiribû.

Serokê desthilata Tirkiyê Erdogan ev mijar di hevdîtina bi serokwezîrê Alman Scholz re anîbû rojevê.

Dewleta Alman ya ku di her hêlê de piştgiriya çekan dide dewleta Tirk di mijara firotina balafirên şer de bersiveke erênî neda.

Back to top button