Girtiyên siyasî: Qanûnên girtiyên siyasî yê Hewlêrê nayên qebûlkirin

Girtiyên siyasî yên Hewlêrê ji hikumeta Başûr nerazîne û daxwaza guhertina yasaya girtiyên siyasî li herêmê kirin.

Girtiyê siyasî Cîhangîr Hemed diyar kir ku rewşa jiyanê ya girtiyên siyasî ne başe.

Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê mûçeyek 500 hezarî hebû, piştî deh salan ew jî hatiye birîn.

Hemed da zanîn ku rewşa jiyana girtiyên siyasî yên Iraqî hatiye başkirin û hikumet piştgiriya wan dike.

Hemed ban li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku bi heman awayî nêzî girtiyên siyasî bibin.

Girtiyê siyasî yê bi navê Îsmaîl Sabîr jî destnîşan kir ku girtî ji ber êşkence û bûyerên cûda, di jiyana xwe de gelek nexweşî dîtine.

Heya niha jî Hikumeta Herêmê weke pêwîst alîkarî nedaye wan .

Îsaîl di dawiyê de got:

“Hikumeta Herêmê piştî 10 salan mûçeyê me biriye.

Em dixwazin yasaya girtiyên siyasî were guhertin û weke yasaya girtiyên siyasî yên Iraqê were kirin.”

Back to top button