Rûsya 2024’an wê di navbera parzemînan de moşekên balîstîk bavêje

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê di sala 2024’an de di navbera parzemînan de moşekên balîstîk bavêjin.

Wezareta Parastinê di daxuyaniya ku derbarê mijarê de da, diyar kir Hêzên Moşekên Stratejîk yên Rûs plan dike ku îsal heft caran di navbera parzemînan de moşekên balîstîk bavêje.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

“Hêzên Moşekên Stratejîk yên Rûs di nava 5 salên dawiyê de zêdeyî 20 caran di navbera parzemînan de avêtina moşekên balîstîk pêk anî.”

Back to top button