Bayik: Dibe şerekî giran bi hevkariya PDK’ê li dijî PKK’ê rû bide

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ev êrîşên ku berbanga duh ve hatine destpêkirin, bi serdana Hilûsî Akar ve girê da û da zanîn ku dibe şerekî giran li dijî PKK’ê biqewime. Bayik ji bo têkbirina van êrîşan, banga domandina têkoşînê li gelê Kurd kir.

Dixwaze bi destê Kurdan, Kurdan bide kuştin û koçkirin.

Dewleta Tirk a dagirker ku li dirêjahiya dîrokê dijminatiya xwe ji bo Kurdan ranewestandiye, îro dixwaze bi rêya hin partiyên weke PDK’ê, darbeyeke giran li Tevgera Azadiya Gelê Kurd bixe.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di vê derbarê de diyar kir ku Tirkiyeya dagirker hewl dide Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bike.

Dagirkeriyê ji berbanga 10 Sibatê ve ji Başûrê Kurdistanê bixwe, li dijî herêma Garê dest bi êrîşeke berfireh kiriye.

Cemîl Bayik sedema vê êrîşê bi serdana Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hilusî Akar bo Iraq û Hewlêrê ve girê da û got ku armanca wê, tenê dawîanîna li Tevgera Azadiyê ya Kurdan bû.

Bayik destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ku êrîşên xwe yên li dijî herêmên Kurdan bide rewakirin, roleke mezin di mijara tunekirina PKK’ê de, daye PDK’ê û da zanîn ku dibe şerekî giran bi hevkariya ya dawî rû bide.

Cemîl Bayik anî ziman ku Tirkiye ji ber pêşveçûnên derveyî Bakurê Kurdistanê, di nava fikaran de ye û geşedanên li parçeyên din ji bo xwe weke bobelatekê dibîne, ji ber vê yekê bi her awayî dilive, da ezmûna Başûr dubare nebe.

Heverokê Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo têkbirina desthilata Erdogan a faşîst û qirker, banga domandina têkoşîn û berxwedanê li gelê Kurd kir.

Back to top button