Li Almanya têkildarî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûiryê panelek hat li darxistin

Li Almanya di panelekê de, Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd niranxandin kir.
Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku dewleta Tirk lawaziya civata navneteweyî bi kar tîne da ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike.
Nazîra Gewriye jî got; “Heke êrişên Tirkiyê li dijî herêmên me dewam bikin, dawiş wê zindî bibe.”

Peymangeha El Şerq a Almanî têkildarî rewşa li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê panelek li dar xist.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd, hevseroka Partiya Yekitiya Suryan Nazîra Gewriye, rêveberê peymangehê Andreas Reinke û rojnamevan Christine Helberg beşdarî panelê bûn.

Çiya Kurd: Rêveberiya Xweser ji bo çareseriyê nimûneya herî guncaw e

Bedran Çiya Kurd di panelê de bal kişand ser girîngiya şopandina rewşa herêmê û got:

Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşeke Sûriyê ye ku Rêveberiya Xweser ji 2014’an ve bi rê ve dibe.

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, hewldanên têkoşîna li dijî DAIŞ’ê sînordar dikin.

Rêveberiya Xweser dikare roleke girîng di xebatên siyasî de bilîze û ji bo çareseriyê nimûneya herî guncaw e.

Nazîra Qewriye: Xiristiyan rû bi rûyî xetereya DAIŞ’ê ne

Hevseroka Partiya Yekitiya Suryan Nazîra Gewriye jî bal kişand ser rewşa xiristiyan û kêmneteweyan.

Nazîra Gewriye diyar kir ku Suryan rû bi rûyî xetereya vegera rêxistina terorîst in, heta ku Tirkiye êrişên xwe li dijî herêmê bidomîne wê vegera DAIŞ’ê pêkan be.

Helberg: Rêveberiya Xweser projeya hemû pêkhateyan e

Rojnamevana Alman Christine Helberg jî, diyar kir ku Herêmên Rêveberiya Xweser rûbirûyî zehmetiyên mezin e, nemaze ku Tirkiye êriş herêmê dike. Ev êriş, hewldanên têkoşîna li dijî terorê, sînordar dike.

Christine Helberg destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser projeya hemû pêkhateyên bakurê Sûriyê ye, xizmeta berjewendiya tevahî aliyan dike û îstiqrarê li herêmê pêk tîne.

Çiya Kurd: Tirkiye helwesta lawaz a civata navneteweyî bi kar tîne

Di bersivandina pirsên beşdarên panelê de, Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku Tirkiye ditirse projeya Rêveberiya Xweser bigihêje serî. Ji ber vê yekê ne li gorî daxwazên Tirkiyê ye.

Rejîma Tirk naxwaze doza kurd û dozên demokratîk ên li Tirkiyê çareser bike.

Çiya Kurd hedefgirtina herêmê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir û got:

Tirkiye helwesta lawaz a civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî bi kar tîne.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, anî ziman ku Hikumeta Alman dikare roleke çalaktir di çareseriya siyasî û têkoşîna li dijî terorê de bilîze.

Back to top button