YJA Star: Bi têkoşîna xwe em ê tola sara û hevreyên wê hilînin

Fermandariya Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn bibîranî û got: “Em bi biryar in têkoşîna jinê ya azad bigihînin hemû jinên cîhanê.
Em soz didin ku ala têkoşînê ya ku wan radestî me kirine bigihînin serketinê.
Em ê mîna Sara hesab ji dijmin bipirsin.”

Fermandariya Navendî ya YJA Starê derbarê komkujiya yekemîn a Parîsê de daxuyaniyek da.

YJA Star: Em ê mîna Sara hesab ji dijmin bipirsin

Fermandariyê her sê jinên pêşeng bibîranî û got:

“Rêber Apo li hemberî mejiyê serwer ê mêr pêngava azadiyê ya jinê da destpêkirin û nirxên azadiyê yên ku di şexsê wî de hatin afirandin, îro bi êrîşa hêzên hegemon re rû bi rû ne ”

YJA Star dazanîn ku bi keda heval sakîne û hevrên wî îro jin bûne xwedî artêş û ev tişt anî ziman:

“Li gel vê konsepta êrîşê jî partiya me PKK bi pêşengiya berxwedana jinê îro hêza herî berxwedêr a Rojhilata Navîn e.

Artêşbûna me ya jinê di encama ked û hewldanên mezin ên Sara û hevrêyên wê hate avakirin.
Baweriya hevala Sara ya bi vê dozê û asta ku di vê têkoşînê de bi dest xist, ji bo me destketiyeke herî mezin e.

Şopdarên Sara ku li zindana Amedê tuf li rûyê zalim û faşîzmê kir, îro li her devera Kurdistanê mîna Sara bêtirs bi ser dijmin ve dimeşin.

Hêzên YJA Starê ku şopdarên Sarayan e, wê li dijî dagirkeran mîna Sara şer bikin û hesab bipirsin.”

YJA Star: Em bi biryar in ku têkoşîna xwe bigihînin hemû jinên cîhanê

Fermandariya Navendî ya YJA Starê eşkere kir ku hemû jinên cîhanê têkoşîna Sara weke têkoşîna xwe dibînin û wiha domand:

“Têkoşîna jinê ku bi pêşengiya jinên Kurd daîmî bûye, îro di şexsê hevrê Sara de li cîhanê gerdûnî bûye. Em bi biryar in ku têkoşîna xwe ya jinê bigihînin hemû jinên cîhanê. Em soz didin ku ala têkoşînê ya ku wan radestî me kirine bigihînin serketinê.”

11 Saliya komkujiya Parîsê ya 9’ê Çile

Back to top button