Piştî 4 salan li Misirê rewşa awerte bidawî bû

Li Misir ji 2017’an ve cara yekemîn rewş aram dibe.
Serokomarê Misrê Abdulfettah el Sîsî ragihand ku Rewşa Awarte ya ku 4 sal in dewam dike, bi dawî bûye.

Sîsî li ser rûpela xwe ya Facebookê têkildarî rakirina Rewşa Awarte daxuyanî da.

Serokomarê Misirê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Piştî salan cara yekem min biryar da ku rewşa awarte li seranserê welêt rakim.

Bi saya gelê xwe yê dilsoz, Misir êdî li herêmê bûye qada ewlekarî û aramiyê.”

Rewşa Awarte ya li welêt 12’ê Tîrmehê de, cara 17’emîn ji bo 3 mehan hat dirêjkirin.

Li bendê bû ku Rewşa Awarte ya ku ji 24’ê Tîrmehê ve di meriyetê de bû, îro careke din were dirêjkirin.

Li Misrê piştî êrişa DAÎŞ’ê ya Nîsana 2017’an ku 45 Xiristiyanên Kirpî hatin kuştin, Rewşa Awarte hatibû ragihandin.

Piştî êrîşan Serokomar Sîsî ji bo 3 mehan rewşa awarte ragihandibû.

Back to top button