11 Saliya komkujiya Parîsê ya 9’ê Çile

Sakîne Cansiz ya ku bi çîrokên komkujiya Dêrsimê mezin bibû, bû şervana azadiyê û pêşenga jinan.
Bi têkoşîna xwe rêbertî ji nasnameya jin re kir û ji bo doza gelê xwe agir bi ser dijmin de barand.
Di zindanên dewleta Tirk de çok li ber zilmê nedanî.
Heta kêliya dawî ya jiyana xwe her di nava têkoşînêk bezinda.
Sakîne bû hevî û senbola jina kurd, di dîrokê de jî wiha navê xwe nîvîsand.

9 Çileya 2013’an 3 jinên pêşeng ên Kurd li Paytexta Fransa Parîsê şehîd bûn.

Ji damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistanê, Sakîne Cansiz (Sara),

Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) ,

Û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) şehîd bûn.

Ev hersê jin bi destê tetîkêşê MÎT’a Tirkiyê yê bi navê Omer Guney di êrişeke çekdarî de şehîd bûn.

Piştî 3 salan, Guney bêyî ku li piştperdeya êrişê mikur were di zindanê de, mir.

Sakîne Cansiz kî ye?

Di vê komkujiyê de hedefa sereke Sakîne Cansiz bû.

Gelo sakîne kê ye, çama hate armanckirin?

Sakîne Cansiz bi nasnav Sara.

Di sala 1958’an de li gundê Texte Xelîl yê bajarê Dêrsimê di nava malbatek Kurdên Elewî de ji dayîk bûye.

Dayîk û bavê wê ji komkûjiya Dêrsimê ya 1938’an rizgar bûne.

Sakîne jî timî bi çîrokên hovîtiya dewleta Tirk û berxwedana Dêrsimê ya li dijî hovîtiyê mezin dibe.

Yek ji damezirînerê PKK’ê ye

Di salên 70’yî de komek biçûk a ciwanên çep nas dike û tevlî çalakiyên wan dibe.

Piştî demek kin, dirûşmeya ‘Azadiya Kurdistanê’ berz dike.

Di sala 1978’an de dibe yek ji jinên ku tevlî kongreya damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bûyî.

11 salan di girtîgehê de ma

Sara piştre di dema cunteya leşkerî ya 12’yê Îlona sala 1980’an a Tirkiyê de, li gel gelek azadîxwazan tê girtin.

Di zîndanên dewleta Tirk a faşîst de 10 salan berxwedan dike.

Li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropa xebat meşand

Sara ji destpêka salên 1990’î heta şehadeta xwe, li Kurdistan, Rojhilata Navîn û gelek bajarên cîhanê bû lêgerînek xewn û armancan û mohra xwe li şoreş û têkoşîna jinên azadîxwaz dide.

Jiyan û têkoşîna xwe gav bi gav qeyd kiriye ku weke mîraseke giranbuha li pey xwe hiştiye.

Piştî vê komkujiyê bi 9 salan, dîsa bi heman şêweyê, komkujî li dijî Kurdan li parîsê dubare bû..

Evîn Goyî, Abdulrehman Kizil û hunermend Mîr Perwer, di êrişeke çekdarî di dawîya 2022’an şehîd bûn.

Heta niha jî piştperde û hurguliyên vê êrişê jî nehatine eşkerekirin.

Back to top button