Li 27 welatên misilman roja yekem ji meha Remezanê

Ji bo misilmanên li 27 welatan û Fransa, Awusturya û Awistralya jî remezana pîroz despê kiriye.
Ji bo welatên weke Bangladeş û Hindistan jî wê rojiya remezanê sibe despê bike.
Sedema ferqa rojê jî di nûçeya me de ye.

Li 27 welatên misilman îro roja yekem ya ji meha Remezanê ye.

Li gorî daxuyaniyên rayedarên fermî ragihandîn welatên ku îro li gel wan roja yekem a meha Remezanê ye wiha ne.

Sûriye, Tirkiye, Erebistana Siûdî, Qetar, Îmarat, Kuweyt, Behreyn, Yemen, Misir, Filistîn, Tûnis, Sûdan, Lîbya, Cîbûtî, Îran, Urdun, Oman, Cezayîr, Morîtanya, Fas, Malezya, Endonezya, Iraq, Libnan, Somalî, Komor û Pakistan.

Ji aliyê din ve di daxuyaniyên ajansa fermî ya Bangladeşê û Komeleya Alimên Hindistanê de hat destnîşankirin ku
roja despêkê a Remezanê li Bangladeş û Hindistanê wê roja Înê be.

Sedema roja Remezanê ya ku bi hevre despê nakin

Di şerîeta Îslamê de salnameya Hicrî ya ku li ser hatiye avakirin ji mehên ku destpêk û dawiya wan bi tevgerên heyvê têne diyarkirin pêk tê.

Ji ber ku meha Remezanê her sal li gorî salnameya heyvê diguhere, pêwîst e destpêka meha Remezanê were diyarkirin.

Li ser diyarkirina heyva nû du nêrîn hene.

Kesên ku ji bo diyarkirina destpêka mehê rêbaza çavê tazî tercîh dikin û meqamên li ser pîvan û hesabên zanistî dem bi dem di warê hevdîtînê de ji hev cuda ne.

Dibe ku di destpêka meha Remezanê de cûdahî hebin, ji ber ku hin welatên îslamî pişta xwe didin heyva li welatên wan xuya bibe ne ku li cîhek din li cîhanê were dîtin.

Back to top button