Kurdistaniyên li Marsîlya û Berlînê tevlî pêngava ‘100 hezar kart’ bûn

Kurdistanî û dostên xwe yên li bajarê Marsîlya yê Fransa û bajarê Berlînê yê Almanyayê tevlî pêngava “100 hezar kart” bûn û li îmraliyê re kart şandin.
Beşdarvanên pêngavê di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo de axivîn û gotin :
“Heta ku Rêber Abdullah Ocelan azad nebe em nikarin behsa azadiyê bikin û divê hemû gelê Kurd ji bo Rêber Apo tevlî pêngavê bibin.”

Li ewropayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” çalakiyên li dijî tecrîdê didomin.

Yek ji wan çalakiyan pêngava “100 hezar kart” ku beriya niha li gelek welatên ewropayê hate destpêkirin.

Kurdistanî û dostên wan ê li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî tevlêbûna xwe ya vê pêngavê ragihandin.

Pêngava ku bi pêşengiya Meclîsa Demokratîk a Kurd ve hate destpêkirin.

Li ser navê Meclîsa Gel a Marsîlyayê Enes Kanîreş axivî û got:

” Ji bo azadiya Rêber Apo emê şev û roj têkoşîna xwe bidomînin.

Rêbertiya me ji bo naskirina Kurdan têkoşîneke mezin meşand.

Ji bo serkeftina pêngavê em hemû gelê xwe vedixwînin seferberiyê.”

Kurdistanî û dostên wan ê li Berlînê 100 kart şandin Îmraliyê

Li paytexta Almanya Berlînê Meclîsa Jinan ya Dest-Dan û Nav Berlînê jî tevlî pêngava ” 100 hezar kart” bûn.

Kurdistaniyên li vê bajarê li ser banga Meclîsa Jinan ya Dest-Dan û Nav Berlînê hatin gel hev, kart nivîsandin û bi posteyê şandin Girtîgeha Îmraliyê.

Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz jî têkildarî mijarê axivî û got:

“Me dest bi pêngava ‘Ji bo Îmraliyê 100 hezar kart’ kir.

Heta ku Rêber Apo azad nebe, ne civak û ne jî axa me azad nabe.

Ji ber vê yekê pêwîst e her kes beşdarî vê pêngavê bibe.”

Mele Davut Ovseme: Azadiya Rêber Apo azadiya baweriyan e

Melayê Mizgefta Mezopotamyayê Mele Hasan Ozkan diyar kir ku heta tecrîd li ser Rêber Apo neyê rakirin û azadiya wî ya fizîkî pêk neye, ew nikarin qala azadiyê bikin û got:

“Divê herkes bi xurtî tevlî pêngavê bibe.”

Mele Davut Ovseme jî li ser heman mijarî wiha axivî:

“Azadiya Rêber Apo azadiya baweriyan e.

Ji bo vê jî divê her kesên ku azadî û rizgariya xwe û Rojhilata Navîn bixwazin divê di nava vê pêngavê de bin.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Fransa-Li dijî tecrîdê Nobeta Azadiyê di hefteya 603’an de didome

Back to top button