Ji bo leşkerên ku li Başûr tên kuştin li Dîlokê bi sedan gor hatine çêkirin

Berî demekê HPG’ê ragihand rejima Erdogan û Hûlûsî Akar ji bo ku xwe li ser piyan bigirin hejmara kuştiyên xwe yên di şer de vedişêrin.
Dîmenekî ku li ser tevna civakî hate belavkirin vê yekê piştrast dike.
Dîmen li goristaneke bajarê Dîlokê hatiye kişandin û bi sedan gor hatine kolandin. Kesê ku ev dîmen kişandiye dibêje ew gor ji bo esker û polîsan hatine kolandin û dixwaze ku rayedar hesabê bidin.

Vaye dîmenekî din yê têkçûna artêşa Tirk a dagirker..

Ev dîmenê têkçûna desthilata AKP û MHP’ê ya li hember berxwedana gerîla, li ser tevna civakî hate belavkirin û ji aliyê bi sedan kesî ve hate parvekirin.

Ev kes bi telefonê dîmênên bi sedan gorên ku li bajarê Dîlokê hatine kolandin nîşan dide.

Ev kes dibêje wê cenazeyên eskeran bînin li wir veşêrin û bang li rayedaran dike û wiha dibêje;

“Hejmareke zêde gor hatine kolandin û wê zarokên me lê veşêrin.

Ez bang li rayedaran dikim. Ma hûn ji rijandina xwîna zarokên me têr nebûne hûn niha li tevahiya Tirkiyê goristanan çê dikin.

Divê hûn hesabê vê bidin gel. Ev gorên ku hatine kolandin wê polîs û eskeran lê veşêrin.

We destpêkê yek, du gor çêdikir û em fêrkiribûn lê hûn niha bi sedan goran çê dikin. Ma ne heyfe hûn xwîna zarokên gelê feqîr û xizan didin rijandin.

Di vê hûn bersiva van goristanan bidin, ger hûn nedin tişta pêwîst em ê bikin.”

Li gorî bîlançoya şer ya ku HPG’ê ragihandiye di şerê 6 mehên dawî yên li herêmên Zap, Metîna, Xakurkê û Avaşînê de derdora 2 hezar leşkerên Tirk yên dagirker hatine kuştin.

HPG’ê ragihand rejima Erdogan û Hûlûsî Akar ji bo xwe li ser piyan bigirin hejmara leşkerên tên kuştin ji gel vedişêrin û eşkere nakin.

Ev dîmenê ku li goristaneke bajarê Dîlokê jî hatiye parvekirin vê yekê piştrast dike.

Back to top button