Swêd radestkirina Keneş bo Tirkiyê red kir

Şefê rejîma Tirkiyê Erdogan dixwaze daxwaza endamtiya Swêd û Fînlandiya ya ji bo NATO li gorî xwe bikar bîne.
Lê, Dadgeha Bilind a Swêdê daxwaza Erdogan a radestkirina rojnamevan Keneş red kir.

Faşîzma AKP-MHP’ê ya li Tirkiyê ji girtin û binçavkirinê têr nebûye, niha çavê wan li mixalîfên ji derve ne.

Rejîma deshilata Tirkiyê bi eşkere radestkirina Bulent Keneş ji Swêdê kir.

Dadgehê bi hinceta “bi sûcên siyasî ve girêdayî ye” biryara radestkirinê red kir.

Eşkere ye ku di dozê de gelek astengî li pêşiya radestkirinê hene.

Dadwerê Dadgeha Bilind Petter Asp di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de got,

Di derbarê yek ji bersûcên sûc de, şertê sûcê dualî pêk nehat.

Swêd û Fînlandiya piştî êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna dest ji bêalîbûna xwe berdan û 18’ê Gulanê serlêdana endamtiya NATO kirin.

Niha ev welat li benda erêkirina NATO yê ne.

Lê ji bo vê yekê pêwistî bi erêkirina 30 welatên endamên NATO heye.

Heta niha Tirkiye û Macerîstan tenê mane ku ev yek erê nekirine.

Enqere ji bo vê kaxezê bikar bîne zextê li Fînlandiya û Swêd dike ku dijminahiya xwe ya li dijî gelê Kurd û mixalefetê bi radestkirina kesên li van welatan nîşan bide.

Herî dawî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di serdana Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson a Enqereyê de axivî û bi eşkereyî daxwaza radestkirina Bulent Keneş kir.

Erdogan gotibû:

“Ji bo me girîngiyek mezin e ku Bulent Keneş ê ji rêxistina terorê FETO li Swêdê ye û ev terorîst radestî Tirkiyê bê kirin.”

Bulent Keneş, berpirsiyarê berê yê rojnameya Today’s Zaman bû.

Niha li Swêd dîmîne.

Keneş piştî biryara Dadgeha Bilind a radestkirina xwe ji çapemeniya Swêdê re axivî û got,

“Helbet ez gelekî kêfxweş im.

Lê jixwe ev biryar dihat hêvîkirin.”

Back to top button