Li Stenbolê polîsên rejîma AKP’ê êrişî meşa edaletê kirin

Li Stenbolê dema meşa edaletê pêk dihat de, polîsên rejîma AKP-MHP’ê êrişî gel kir.
Di dema êrişê de, şiqam li Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu hat xistin.
Encu diyar kir ku polîs berê jî gef li wî xwariye.
HDP’ê daxuyani da û diyar kir ku ev sîle li gelê Kurd hatiye xistin.
Li dijî bûyerê gelek siyasetmedaran bertek nîşan da.

Malbatên girtiyan û rêveberên HDP’ê ji bo tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bê rakirin û girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan doh li navçeya Kadikoya Stenbolê meşek li dar xistin.

Polîsên rejîma AKP’ê êrişî meşê kirin.

Encu: Em ê hesabê vê şiqamê bipirsin

Di kêliya êrişê de polîsek heqaret li Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu kir û şîmaq lê xist.

Di êrişê de Encu jî di nav de 69 kes hatin binçavkirin û di saetên şeve de hatin berdan.

Tevî dîmen pir zelal û eşkere dide xuyakirin jî ku polîs şimaq li Encu daye, Walîtiya Stenbolê daxuyanî da û îdia kir ku Encu neheq nîşan da û polîs parast.

Ferhat Encu ji têkildarî mijarê ji ajansa Mezopotamya re axivî.

Encû destnîşan kir ku polîsê ku şimaq avêtiye wî berê jî tiliyên xwe jê re hejandiye û got:

“Em ê hesabê vê şimaqê hem di sindoqên hilbijartinê de hem jî li her qadê bipirsin.”

Demirtaş: Kurd wê şiqama li Encu hatî xistin bîr nekin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî bertek nîşanî êrîşa li dijî Encu da.

Demîrtaş ku di girtîgehê de ye li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got:

“Kurd wê vê êrîşa li hemberî dayikên me û şiqama li Ferhat Encu hatî xistin ji bîr nekin.”

Kaftancioglu: Em ê dawî li tundî û zilmê bînin

Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu êrîşa li dijî Encu şermezar kir û got,

“Em ê ti carî bêhêvî nebin.

Em ê dawî li tundî û zilmê bînin.

Hemû bi hev re û di demeke nêz de.”

Kadigil: Nabe polîs wiha tevbigere

Parlamentera Partiya Karkerên Tirk a Stenbolê Sera Kadigîl bertek nîşanî êrîşê da û wiha got:

“Polîs nikare bi ti welatiyekî re bi vî rengî tevbigere. ”

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn dîmenê êrîşê parve kir û got,

“Ev şiqamek ji bo Ferhat Encû yê li Roboskiyê gelek ji malbata xwe winda kir û parlamenterê berê Ferhat Encû ye.”

Back to top button