Zextên li dijî kurdan li Tirkiyê her diçe zêde dibe.
Duh di encama serdegirtina malan a li navçeya Dihê ya sêrtê de 5 kes hatin binçavkirin.
Polîsan duh di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de li Dihê bi ser gelek malan de girtin.
Di encama serdegirtina malan de 5 welatî binçavkirin ew jî ev in :
Welatiyên bi navên Nezîr oktay.
Mahmût Oktay.
Nûrettîn Beştaş.
Mîraç Aydogan û Muhammed Kayaci bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê a Erûhê.
Li bajarê Êlihê jî duh sibehê polîsên Tirk bi ser malan de girtin û 15 jin biçav kirin.