Însyatîfa Sûrî ya ji bo Azadiya Rêber Ocalan û Kongra Star a bajarê Helebê ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Ocalan li taxa Eşrefiyê konê çalakiyê vedan.
Di roja yekê ya çalakiyê de şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn.
Çalakî bi daxuyaniyekê destpêkir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Ev tecrîd binpêkirineke li hember gelên azadîxwaze.
Ji ber doza rêber Ocalan berfireh e, hemû gelên azadîxwaz baweriya xwe bi fikir û felsefeya rêber Ocalan tînin.”
Piştre gelek kes axivîn û ev tişt anîn ziman:
“Dewleta Tirk ji fikir û felsefeya rêber Ocalan ditirse, fikrên rêber Ocalan li ser dewleta Tirk a ku dixwaze Osmaniya nû ava bike metirsî ye.”
Tê payîn wê ev çalakî heya 3 rojan dewam bike.