Endamên Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê şaxê Hesekê û sekreterê Giştî ya Partiya Avaker û Pêşxistinê ya Sûrî bang li gelên Kurdistan û cîhanê kir ku têkoşîna xwe li dijî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk bilind bikin.
Ji 17’ê Nîsanê ve Dewleta Tirk li Herêmên Parastina Medyayê êrişeke berfireh daye destpêkirin ..
Tê de çekên kîmyewî û gazên jehrî li gel bêdengiya navneteweyî bi kar tîne.
Bertekên gel li hember bikaranîna çekên qedexekirî li dijî gerîlayan zêde dibin.
Endamê Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê şaxê Hesekê Ezîz Silêman derbarê vê yekê de axivî ..
Ezîz Silêman diyar kir ku Armanca dewleta Tirk ji van êrişan ku berxwedana gerîla bişikîne û got :
“Bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û yên têkildarî qedexeya bikaranîna çekên kîmyewî cihê rexnê ye ..”
“Divê gel helwesta xwe nîşan bide”
Li aliyekî din jî endamê yekitiyê Ezher Ehmed tekez kir ku dewleta Tirk dixwaze bi riya van çekan berxwedana gel têk bibe ..
Ezher Ehmed bang li tevahî gelê Kurdistan û gelê cîhanê kir ku li dijî dagirkeriyê helwesteke cidî nîşan bidin û got:
“Divê gel dagirkeriya Tirk şermezar bikin û serî li hember hemû kiryarên li dijî tunekirina gelên herêmê hildin.”
“Divê civaka navnetewî ji bêdengiya xwe derkeve”
Sekreterê giştî yê Partiya Avaker û Pêşxistinê ya Sûrî Îbrahîm El Xelîl jî bi heman ermancê axivî û got :
Dagirkeriya Tirk hemû qanûnên navneteweyî bin pê dike.
Armanca wê têkbirina berxwedana gelê Kurdistanê, dagirkirina erdnîgariya wan û berfirehkirina rûberiya dagirkeriya xwe ye.
Divê civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî ji bêdengiya xwe derkevin ..”



