Seyîd Riza û hevrêyên wî di 85’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Dersimê hatin bibîranîn.
Li bajarê Dersîmê Platforma Ked û Demokrasiyê Seyîd Riza û hevrêyên wî di 85’emîn salvegera darvekirina wî de bibîr anî.
Biranîn li Qada Seyîd Riza a li Dersimê hat lidarxistin.
Di bîranînê de pankarta “Me tiştek jibîr nekirye û me tiştek ji edû nekirye” hat vekirin. Gelek welatî tev lî biranînê bûn.
Di bîranînê de bi çirayan sembola komkujiya ya Dersimê a 1937 hat çêkirin.
Piştr re jî hunermend Metîn Kahraman zêmarên li ser komkujiya Dersimê gotin.