Herêma Garê careke din bû armanca balafirên şer ên dagirkeriya Tirkiyê û ew bombebaran kir.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker duh di saet 13:20’an de êrîşeke asîmanî li dijî herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî.
Di vê êrîşê de, bombe li ser qada Siyanê ya Garê û gundê Çem-robotkî yê Asûriyan hatin barandin.
Li gorî agahiyan jî, derdora gundê Çem-robotkî yê Asûriyan 2 caran hat bombebarankirin.