Li navçeya Hacî Omeran ya başûrê Kurdistanê nêzî 70 cm berf bariye

Li başûrê Kurdistanê li navçeya Hacî Omeran nêzî 70 santîmetre berf bariye. 

Ji ber befrê rêya navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li çûnûhatinê hatiye girtin.

Ji duh ve rêya Hamilton a li sinorê bajaroka Çomanê ji ber barîna befra zêde girtiye. Ev yek jî bûye sedem wesayîtên bazirganiyê nikaribin di Deriyê Sinorî yê Hacî Omeranê re çûnûhatinê bikin.

Şufêr diyar dikin, her çiqas rê tên paqijkirin, lê ji ber barîna berfa berdewam û baya zêde carek din befrek zêde dikeve li ser rê û ew nikarin çûnûhatinê bikin û gelek wesayît jî di rêyan de asê mane.

 

 

Back to top button