Ebdulletîf Reşîd bû serokomarê nû yê Iraqê

Parlementoya Iraqê îro ji bo diyarkirina serokkomarê nû li hev civiya. Ebdulletîf Reşîd wek Serokê Komarê hat hilbijartin.

Civîna Parlamentoya Iraqê îro ji bo hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê bi tevlîbûna 277 parlamenteran pêk hat.

Pêşbirka bihêz di navbera namzetê YNK’ê Berhem Salih û Letîf Reşîd ê PDK’ê piştgiriya wî dikir de bû.

Reşîd 162 deng û hevrikê wî Berhem Salih 99 deng bidest xist.

Bi vê yekê 8 kaxezên nederbasdar jî hatin tomarkirin.

Hemû namzetên din 21 deng anîn.

Di tora yekem de pêwîst bû herî kêm kesek ji bo bibe serokkomar 220 dengan bi dest bixe, lê ti namzetî ev rêje bi dest nexist.

Civîna parlamentoyê di bin siya êrişan de dest pê kir

Beriya destpêkirina civînê, bi roketên katyûşa êrîş li ser Herêma Kesk hate kirin ku xwedî ewlekariyeke bilind e.

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê 9 roket hatin avêtin û 10 kes birîndar bûn.

Back to top button