Di sala 2022’an de 179 welatiyên Belûcî hatin darvekirin

Dewleta Îranê bi girankirina cezayan dixwaze dengê gel bide qut kirin.
Li gorî rapora Koma Kampanyaya Çalakvanên Belûc di sala 2022’an de 179 welatiyên belûcî ji aliyê dewleta Îranî ve hatin darvekirin.

Serhildana bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê destpêkirî di meha xwe ya 5’an dewam dike.

Rojane gel bi daxawaza azadiyê bi yek dengî “jin, jiyan, azadî” li qadan berzdikin.

Koma Kampanyaya Çalakvanên Belûcê rapora xwe ya der barê hejmara kesên ku di sala 2022’yan de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ku hat diyarkirin ku darvekirin bi îdiayên bêbingeh pêk tên û wiha hat gotin:

Kesên ku daxwaza azadiyê dikin tên darvekirin.

Ev jî polîtîkayeke dewletê ye.

Di sala 2022’an de 179 weltiyên belûc hatin darvekirin.

Ji sê yan yek ji kesên ku li Îranê hatine darvekirin hemwelatiyên Belûc in.

Hê jî hejmarek zêde welatî bi metirsiya darvekirinê re rû bi rû ne.

Li gorî daxuyaniya Saziya Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) ya di 4’ê Kanûnê de hat ragihandin:

Di 11 mehên sala 2022’an de zêdetirî 500 kes ji aliyê dewleta Îranê ve hatine darvekirin, ev hejmar di sala 2021’ê de bûye 333.

10 sal cezayê girtîgehê li çalakvan Farnaz Nazerî hat birîn

Her wiha çalakvanan mafên mirovan a Îranî Farnaz Nazerî bi hinceta beşdarî xwepêşandanan bûye hat binçavkirin.

Di der barê wê de darizandin hat destpêkirin, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve mehkûmê cezayê girtîgehê hat kirin.

Di darizandina duh hat kirin de hat hînbûn ku çalakvan Farnaz Nazerî mehkûmê 10 sal cezayê girtîgehê, di nava welat de sînordarkirina azadiya tevgerikirinê û qedexeya derketina derveyî welat hat kirin.

Çalakvana sivîl Safiya Qarabaghî hat berdan

Her wiha çalakvana sivîl Safiya Qarabaghî ji aliyê Şaxa 2’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Zanjanê ve hat darizandin.

Her wiha bi sûcdariya “li dijî rejîmê propaganda kirine” re rû bi rû bû.

Hat hînbûn ku darizandina der barê wê de hatiye betalkirin û biryara beraetê hatiye dayîn.

Back to top button