Di xwepêşandanên li Libnanê de 45 kes birîndar bûn

Li dijî astengiyên ji ber krîza tenduristiyê, ciwanên Libnanê careke din daketin qadan.
Li bajarê Trablûsşamê di encama şerê di navbera ciwanan û hêzên ewlekariyê de, herî kêm 45 kes birîndar bûn.

Polîsan bi bombeyên gazê û fîşekên plastîk dest li xwepêşandana werdan, çalakgeran jî bi molotof kokteylan û keviran bersiv dan hêzên ewlekariyê.

Xaça Sor a Libnanê ragihand, ku herî kêm 45 kes birîndar bûn.

Şeva Duşemê jî herî kêm 30 kes birîndar bûbûn.

Yek ji mezintirîn bajarê bakurê Libnanê Trablûsşam, ji bajarên herî xizan ên Libnanê bû.

Bi vîrûsa Coronayê re rewş girantir bû.

Beşeke mezin a şêniyên bajarê Trablûsê li gorî tedbîrên mayina li malê tevgeriyan.

Hêzênewlekariyê jî cezayê pereyan li gelek kesan birîn.

Rayedaran dema tedbîrên mayina li malê ku ji 25’ê Çileyê heta 8’ê Sibatê dirêj kir xwepêşandanan despê kir.

Back to top button