Koreya Bakur: Peyka yekem a sîxuriyê li Fezayê hat bicihkirin

Koreya Bakur di dawiyê de daxwaza xwe ya şandina satelayta sîxuriyê li fezayê pêk anî.
Piştî civîna Serokê Rûsya Vladimir Putin soz da Pyongyangê wê alîkariya wê bike, Koreya Bakur bi serketî yekem satelayta xwe ya sixurî li fezayê bicih kir.
Amerîka, Koreya Başûr û Japonya mîna hertim li dijî vê pêngavê bertek nîşan dan.

Koreya Bakur ragihand ku wê yekem satelayta xwe ya sîxuriyê bi serkeftî bi cih kiriye û soz da wê di demek nêzîk de hîn bêtir satelaytan bişîne.

Ev yek rastî bertekên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û hevalbendên wê hat.

Ajansa nûçeyan a Koreya Bakur KCNA ragihand ku peyka Malligyong-1 bi roketa Chollima-1 li gorî saeta herêmî saet 10:42’an de ji navenda şandina peykê ya Sohae hate avêtin.

Di dema avêtina roketê de, lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un jî şahidiya wê kir.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku ajansa fezayê ya Koreya Bakur wê di demek nêz de, hejmareke mezin ji peykên sîxuriyê bişîne fezayê .

Pyongyang bi vê yekê dixwaze, çavdêriyê yên li ser Koreya Başûr û herêmên din ên eleqedar ên hêzên xwe biparêze.

Di nûçeya medya Kureya Bakur hatî parvekirin de wiha tê gotin:

“Destpêkirina peyka keşfê mafê rewa yê Koreya Bakure ku hêza xwe ya parastinê xurt bike.

Ev yek wê amadekariya leşkerî ya welat li hember tevgerên leşkerî yên xeternak ên dijminan zêde bike.”

Li dijî peyka Koreya Bakur bertek: DYA, Koreya Başûr û Japonya nerazî ne

Rêveberên Koreya Başûr û Japonya ku despêkê avêtina satelayta sixurî ya Koreya Bakur eşkere kirî, ragihandin ku hîna wan nekariye piştrast bikin ka satelyat ketiye rêgiha xwe yan na.

Artêşa Koreya Başûr got;

Ew bawer dike ku rokêt peykeke keşfê hildabû û ber bi başûr ve hat avêtin.

Amerîka, Koreya Başûr û Japonê ragihandin ku avêtina peyka sîxuriyê binpêkirina biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye.

Welatên navburî ev pêngava Piyongyangê şermezar kirin.

Back to top button