MSD: Şoreşa 19 Tîrmehê li hember hewldanên dijberî axa Sûriyê sekinî

MSD’ê, Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê bi daxuyaniyan salvegera 11’emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kirin û diyar kirin ku şoreşê rê li hewldanên hedefgirtina serdestiya axa Sûriyê û yekitiya gel û xaka wê girt.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê bi minasebeta 11’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

MSD’ê di daxuyaniyê de diyarkir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ruh û reseniya şoreşa gelê Sûriyeyê temsîl dike, yê ku ji bo azadî, rûmetê û avakirina Sûriya nû serî hilda.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji cîhanê re îsbat kir ku hêza gelê Sûriyê ya guhertin û avakirinê heye û tu hêzên din nikarin îradeya vî gelî bişikînin.

MSD’ê anî ziman ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê tevahî pêkhate hembêz kir, li hemberî hemû hewldanên destdirêjiya li silametî û serdestiya xaka Sûriyê û yekitiya xak û gelê wê bû bendeke asê.

MSD’ê diyar kir Şoreşa 19’ê Tîrhemê gelek destkeftî bi xwe re anîn, însiyatîfên çareserkirina aloziya Sûriyê pêşkêş kir.

Partiya Sûriya Pêşerojê salvegera Şoreşa 19 Tîrmehê pîroz kir

Partiya Sûriya Pêşerojê jî bi daxuyaniyekê salvegera şoreşa 19 pîroz kir û got: Şoreşa 19’ê Tîrmehê gelên herêmê ji salên zilm û neheqî ber bi civakeke azad û demokratîk a li ser bingeha biratî û jiyana hevbeş ve bir.

Partiyê, diyar kir di şoreşê de jinan di rêvebirinê de, bi rola pêşeng rabû.

Partiya Sûriya Pêşerojê tekez kir ku çareseriya li Sûriyê encex bi diyaloga navbera hemû hêzên niştimanî yê herêmî de pêk were.

Û bi yekê hemû destwerdanên derve û dagirkerî werin rawestandin.

“Tevî êriş û komployan jî, gelên herêmê li ber xwe da”

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê jî bi boneya salvegerê daxuyaniyek da.

Meclidê di daxuyaniya xwe de got: “Gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re dest bi rêwîtiya azadî û guhertinê kir.

Tevî êriş û hemû komployan jî, gelê me li ber xwe da û hîn jî li ber xwe dide.

Sibe li 6 navendên herêmê pîrozbahiyên salvegera Şoreşa 19’ê pêk tên

Back to top button