Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi riya teqîna li Stenbolê bala cîhanê ji ser bikaranîna çekên kîmyewî bikişîne.
TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev teqîn dê aloziyê girêktir bike û dê veguhere nakokiyeke cidî li Tirkiyê û got: “Li gel hikumeta AKP-MHP`ê ku li ser durûtiyê û binkeftina siyasî ava bûye, bûyerek wisa pêşbinkirî bû.”
TEV-DEM`ê destnîşan kir ku ne xerîb e dewleta Tirk kiryareke wiha bi xwe kiribe û ev teqîn weke teqîneke pilankirî bi nav kir û got: “Dewleta Tirk bi vê teqînê dixwaze balê cîhanê ji ser êrîşên kîmyewî bikşîne.
Rewş li Tirkiyê xeternak e û dê ev xeterî firehtir bibe.
Em vê kiryara terorîst şermezar dikin, sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re û ji birîndaran re şîfayê dixwazin.
Em bang li civaka Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dikin ku li hemberî rewşa aloz a li Tirkiyê hevgirtî bin.”