Lîbya..Di şerê li Trablûsê de 32 kes mirin û 159 jî birîndar bûn

Li Trablûsê di navbera çekdarên dijberê hev de şer qewimî. Di şer de herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dane, 159 jî birîndar bûne.

Li gorî rapora fermî ya nû li Trablûsê di şer de ji 27’ê Tebaxê heta roja doh de herî kêm 32 kes mirin û 159 jî birîndar bûn.

Şer bandor li şeş nexweşxaneyên li paytextê kirin.

Şer li taxên cuda yên Trablûsê di navbera milîsên çekdar ên bi çekên giran û sivik de derket.

Li gorî nûçeya ajansa AFP’ê, şer bû sedema ziyaneke mezin.

Her wiha bi dehan wesayît û avahî hatine şewitandin.

Êvara Şemiyê kolanên Trablusê ji derveyî çekdaran vale bûbû.

Piştî ku desthilatdariya Mûammer Kaddafî di sala 2011’an de hate hilweşandin, Lîbya kete nava kaosê.

Ev welatê li bakurê Efrîkayê 11 sal in di nava şerekî giran ê navxweyî de ye

Back to top button