Li Iraqê Sedr daxwaza vekişînê ji hemû partiyan kir

Li Iraqê, Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr partiya wî jî di nav de daxwaz ji hemû aliyan kir ku ji pêvajoyên siyasî ya piştî rûxandina rêjîma Sedam Husên vekişin.

Li Iraqê ji hilbijartinên di Cotmeha 2021’ê û heta niha serokwezîr û hikûmeta nû nehatine diyarkirin.

Sadr daxwaza betalkirina parlamentoyê û hilbijartinên giştî dike.

Koordînasyona Çarçoveyê ku bi fraksyonên Şîa yên alîgirên Îranê dicivin, dixwaze heta hilbijartinên giştî serokê hikûmetê diyar bike.

Muqteda Sadr doh daxuyaniyeke nû da.

Sadr li ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kir ku betalkirina parlementoyê û hilbijartinên giştî ne ewqas girîng in û wiha got: “Ji vê girîngtir heye.

Ev rastiyeke ku hemû partî û kesayetên ku ji êrîşa Amerîkayê ya sala 2003’an heta niha beşdarî pêvajoya siyasî bûne, divê beşdarî pêvajoya siyasî nebin.”

Sadr destnîşan kir ku tevgera Sadr jî di nav de ye û got,

“Ez amade me di nava 72 saetan de di vî warî de peymanekê îmze bikim.”

Back to top button