PDK’ê li herêma Metîna ya ku di bin kontrola Gerîlayan de ye ji bo artêşa Tirk dest bi çêkirina rê kiriye. PYD’ê û TEV-DEM bi daxuyaniyan bertek nîşanî vê hevkariya PDK’ê dan. Hate diyarkirin ku ev kiryarên PDK’ê li dijî hemû nirxên netewî yên gelê kurd e û divê ev hevkarî û piştgirîya PDK’ê bên teşhîrkirin.
Hevkarî û piştgiriya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re ku êrişî başûrê Kurdistanê dike, her diçe zêde dibe.
Herî dawî, hêzên PDK’ê berî 2 rojan li navbera Girê Hakkarî û Girê Amediyê ên herêma Metîna ji bo artêşa Tirk a dagirker dest bi çêkirina rê kiriye.
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD têkildarî mijarê daxuyaniyek da.
PYD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li çiyayên kurdistanê li dijî gerîla hemû cûreyên çekên giran û qedexekirî bikar tîne û da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedan û îradeya şervanên azadiyê têk diçe.
PYD’ê destnîşankir ku li aliyekî din jî PDK’ê hevkariya xwe ya bi dagirkeriya dewleta Tirk re dewam dike û wiha got:
“Di 27’ê vê mehê de hêzên PDK’ê rêya eniyên şer li pêş artêşa dagirker vedike. Ev rê tenê xizmeta dagikeriya Tirk dike.”
PYD’ê diyar kir ev Ev karekî qirêjî ye û dijberî hemû nirxên netewî yên gelê Kurd e.
Di dawiyê de, PYD’ê bang li gelê kurd û bi taybet gelê başûrê Kurdistanê kir ku li dijî van siyaseta bertek nîşan bidin û piştgiriyê bidin berxwedan gerîla.
TEV-DEM: Divê hevkarî û sîxurtiya PDK’ê were teşhîrkirin
Her wiha Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî bi heman armancê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya TEV-DEM’ê de, wiha hate gotin: “Tevî hemû bangawaziyên hêzên siyasî û netewî ji bo PDK’ê jî, lê hîn xizmeta dijminê gelê kurd dike,
Tevgera PDK’ê li wan herêman dûrî çand û nirxên gelê kurd e,
Hîn bi awayekî eşkere dikeve xizmeta dagirkeran û bi rêya vekirina korîdoran û rêyan piştigiriya artêşa Tirk a dagirker dike.
Ev alîkarî doza kurdan dixe xetereyê.”
Di dawiyê TEV-DEM’ê bang piştgiirya ji bo berxwedana gerîla kir û xwest hevkariya PDK’ê ya li dijî gelê kurd bên teşhîr kirin.