YNK’ê sîstema hevserokatiyê rakir

Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistan YNK’ê sîstema hevserokatîyê rakir û li şûna wê sîstema serokatiya giştî danîn.

Konseya Serokatiya Yekitiya Nîştimaniya Kurdistan-YNK’ê duh li ser guhertina rêziknameya xwe ya hindir, li Silêmaniyê kombû.

Di kombûnê de li şûna sîstema hevserokatiyê, sîstema Serokatiya giştî hat pêşniyar kirin û ji aliyê gîştî ve hat qebûl kirin.

Bafil Talebanî ku kurê mezin ê Celal Talebanî ye weke serokê giştî yê YNK’ê hat diyarkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku YNK 18 Sibata 2020’an derbasî sîstema hevserokatiyê bibû.

Bafil Talebanî û Lahur Şêx Cengî bûbûn hevserokê YNK’ê.

Back to top button