HPG’ê: Li Zap û Metîna 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

HPG’ê ragihand di encama çalakiyên gerîlayan de li herêmên Zap û Metîna 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û çepereke dagirkeran jî hat rûxandin. Her wiha HPG’ê diyar kir artêşa Tirk careke din bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kir.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di bin şertên herî zehmet de berxwedana xwe ya dîrokî ya parastina Kurdistanê didomîne û bi ruhê fedayî yê Apocî derbên giran li dagirkeran dide û ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê 27’ê Tebaxê tîmên bi tevger yên YJA Starê bi çekên giran li çeperên dagirkeran ên li ser Girê Şehîd Derwêş dan.

Di vê çalakiyê de li çepereke çekên giran hat xistin û 5 dagirker hatin kuştin, çeper jî hat rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 27’ê Tebaxê tîmên me yên bi tevger li Qadên Saca û Çemço derbên giran li hêzên dagirker xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 27’ê Tebaxê li Girê Cûdî a bi ser herêma Metîna bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker hate xistin û di encamê de dagirkerekî payebilind hat kuştin.

 HPG’ê: Artêşa Tirk a dagirker 5 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên nukleer êriş pêk anîn

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 27’ê Tebaxê 5 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên nukleer, 6 caran bi helîkopteran, 10 caran bi balafirên şer û bi dehan caran bi obus, hawan û çekên giran qadên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button