Rewakirina dagirkeriya Tirk a ji aliyê PDK”ê ve rastî bertekên tund tê

Bêşermiya Rêveberê PDK’ê Elî Ewnî ên derbarê rewakirina dagirkeriya Tirk di nava Kurdan de rastî bertekên tund tê
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar nirxandinên Ewnî weke ên dijimin penasekir û got:“Ew daxuyanî cihê şermê ye.”
Aydar diyar kir ku divê kesayetên wiha li Kurdistanê bên mehkûmkirin.

Endamê Desteya Rêveber a PDK’ê Elî Ewnî di hevpeyvînekê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê rewa nîşan da.

Piştre jî Ewnî ji dewleta Tirk xwast ku rêveberên PKK’ê û alîgirên wan hedefbigirtin.

Eşkere bû Ewnî di daxuyaniya xwe de hewil dida komkujiyên Tirkiyê yên li ser gelê Kurd rewa nîşan bide.

Ev daxuyaniya Ewnî di demekî de ye ku rêveberên PKK’ê ji bo pêşîgirtina şerê navxweyî yên Kurdan banga diyalogê dikin.

Lê tevî vê yekê jî PDK’e bi awayekî eşkere li kêleka dewleta Tirk êrişî gêrîlayên azadiya Kurdistanê dike.

Zûbeyir Aydar bersiv da Ewnî yê PDK’yî: cihê şermê ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar li ser nirxandinên Ewnî ên ku bi bêşermiyeke mezin hatiye gotin re axivî.

Zûbeyir Aydar nirxandinên Ewnî weke nirxwandineke derveyî Kurdbûnê pênase kir û ev tişt anî ziman:

“Gotinên wî ne yê Kurdane yê dijmin e. Gotinên xwefiroşane.”

Aydar diyar kir di vê pêvajoyê de, mirov kesek mîna vî ewqas ji rastiya xwe dûr dibîne, mirov şerm dike.

Hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re di sala 1992’an û vir ve dest pêkiriye.

Aydar: PDK weke xayînê Kurd rola sereke dilîze

Aydar bibirîxist heta niha arteşa Tirkiyê bêtirî 100 baregehan li Başûrê Kurdistanê ava kiriye û got:

Bi heman awayî MÎT’a Tirk Başûrê Kurdistanê jî ji xwe re weke navendekî li dijî gelê Kurd bi kar tîne.

Di vî milî de PDK weke xayînê Kurd rola sereke dilîze.

Zûbeyir Aydar: Divê kesayetên wiha li Kurdistanê bên mehkûmkirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku divê kesayetên wiha li Kurdistanê bên mehkûmkirin û got:

“Divê gelê me vê bibîne û li hemberî vê bibin xwedî helwest.

Divê vê zîhniyetê bi hemû aliyan ve mehkûm bike.”

Back to top button