Efrîn-Çeteyan li hember 5 hezar dolar welatiyê revandibûn berdan

Welatiyek hate revandin û li hember 5 hezar dolar hate berdan, her wiha 2 erebeyên bi madeyên hişbirê barkirî, derbasî Efrînê hatin kirin.

Efrîn POST diyar kir ku çeteyan bi ser mala Mihemed Ebû Ibrahîm ya li Efrînê de girtin

Ebû Ibrahîm ji xelkê gundê Qorta ya navçeya Bilbilê ye.

Hate diyarkirin ku çeteyan ji bo pereyan ji Ebû Ibrahîm bistînin kurê wî revandin û pişt re li hember 5 hezar dolar fidye berdan.

Du erebeyên bi madeyên hişbirê barkirî derbasî Efrîn hatin kirin

Ne tenê ev, çete bazirganiya madeyên hişbirê li Efrînê didomînin.

Li gorî ANHA’ê ku dispêre hin çavkaniyan, diyar kir ku çete li gundê Kîmarê ketin nava tevgerê da ku rê li derbasbûna du erebeyên bi madeyên hişbirê barkirî hesan bikin.

Her du erebe ji bajarokên Nubil û Zehrai yên gundewarên Helebê ber bi Efrînê ve hatin.

Back to top button