Li dijî biryarên dawîn ên hikumeta Şamê yên buhakirina Sotemeniyê, xelkên Siwêda û Derayê bertek nîşan dan û derketin xwepêşandanan.
Beriya 2 rojan Hikûmeta Şamê nirxê madeyên Sotemeniyê bilind kir.
Ji ber vê kirîzê, gelên herêmên Hikûmeta Şamê bi xwepêşandan bertekan nîşan didin.
Şêniyên Siwêdayî îro li qada El-Kerama ya Li bajêr daketin xwepêşandanê.
Şêniyan banga guhetina rêjîma Esed kir.
Her wiha banga pêkanîna biryara 22-54 kir.
Şêniyên Derayê dikanên xwe venekirin
Xelkên Derayê jî bertek nîşanî rewşa aborî û biryarên Hikûmetê dan.
Xelkên Derayê wek helwest îro dikanên xwe venekirin.