Erebîstana Siûdî û Îran nêzî hev dibin

Piştî aloziyên 7 salan, Riyad û Tehran nêzî hev dibin.
Wezîrê Karê Derve yê Îranê li Erebîstana Siûdî bi hempîşeyê xwe re civiyan û peyama aramiyê hate dayîn.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebullehyan îro serdana Erebistana Siûdî kir.

Ebdulahiyan ji aliyê hempîşeyê xwe yê Siûdî Feysel Bin Ferhan ve hate pêşwazîkirin.

Wezîrên Derve yên Erebîstana Siûdî û Îran civiyan

Wezîrê Siûdî Feysel Bin Ferhan di daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar de got:

Ew hêvî dikin ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî serdana Qral Selman bin Ebdulezîz bike.

Ev vexwendin ji aliyê Siûdî ve pêk hat.

Bin Ferhan diyar kir ku balyozên peywendîdar ên welatan wê dest bi karên xwe bikin.

Herdu wezîr Hezîranê jî li Tehranê civiyabûn.

Piştî 7 salên alozî, ji nûve dostanî

2016’an gava ku Siûdiyê oldarekî Şîayî bi darve kir, di navbera Tehran û Riyadê de alozî derketibû.

Li Îranê jî li dijî balyozxaneya Siûdiyê gelek êriş pêk hatin û bibû sedema baylozxane werin girtin.

Siûdiyê û Îranê bi navbeynkariya Çînê 10’ê Adarê de biryar despêkirina têkliyên dîplomatîk kir.

Back to top button