Kongreya Yekîtiya Parêzeran, li bajarê Qamişlo, bi beşdariya 72 parêzeran, di roja 2’emîn ber bi dawiyê ve diçe.
Di kongreyê de, rêziknameya yekitiyê hate xwendin û li gorî rêziknameyê komîteya diravî û komîteya dîsîplînê hat pênasekirin, erk û armancên wan hatin nasandin.
Li gorî rêziknameyê, komîteya diravî ji 5 endaman pêk tê.
Erka wê ew e ku mijarên girêdayî diravî û budçeyê yên yekitiyê bişopîne.
Têkildarî mercên qebûlkirina endamtiya di komîteya dîsîplînê de jî hat gotin divê ne kêmî 5 salan parêzerî kiribe û tu sûcên meslekî nekiribe.
Kongre dê bi hilbijartina hevserokatiya nû ya yekîtiyê, endamên komîteyên diravî û dîsîplînê û encamnameyekê bi dawî bibe.