Yekîtiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2’emîn kongreya xwe li bajarê Qamişlo li dar dixe.
Bal hat kişandin li ser rewşa Rêber Apo û tecrîdê, cezayên dîsplînê û mehrûmkirina ji ′mafê hêviyê′, darizandina çeteyên DAIŞ’ê û rêbaza darizandinê.”
Bi dirûşmeya ‘Parêzerî Peyameke Bingehê Wê Tekeskirina Nirxên Civaka Xwezayî Ye’ 2’emîn Kongreya Yekîtiya Parêzeran hat lidarxistin.
Kongreya parêzeran li Qamişlo bi beşdariya zêdetirî 72 parêzeran pêk tê û dê 2 rojan dewam bike.
Di kongreyê de, nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, MSD, TEV-DEM, Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.
Endamê Yekîtiya Parêzeran a herêma Cizîrê Mihemed Emîn El-Neîmî bernameya kongreyê ya du rojan eşkere kir û got:
“Dê kongre balê bikişîne ser rewşa Rêber Apo û tecrîda li dijî wî, cezayên dîsplînê û mehrûmkirina ji ′mafê hêviyê′, darizandina çeteyên DAIŞ’ê û rêbaza darizandinê.”
Di roja yekemîn de, nirxandinên Rêber Apo hatin xwendin, raporên salê û rewşa rêxistinî ya yekîtiyê hat nîqaşkirin.
Her weha gelek axaftin hatin kirin û bal hate kişand ser erk û berpirsiyarên tevahî parêzeran û wiha hate gotin:
“Divê tevahî parêzerên Cîhanê dengê xwe bilind bikin û ji bo azadiya fîzîk ya Rêber Apo, êrişên li dijî herêmê û hemû kiryarên hovane yên li Sûriyê têne kirin bi erkên xwe rabin.”
Her wiha parêzeran di kongreyê de girîngiya darezandina çeteyên DAIŞ’ê di zûtirîn dem de anîn ziman û diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê xeteriyeke mezin li ser tevahî Cîhanê ne.
Hate diyarkirin ku di roja duyemîn de jî, nîqaşên li ser rewşa rêxistinî berdewam bikin û pişt re dê hevserokên yekîtiyê, endamên komîteya derayî û endamên displînê werin hilbijartin.
Sibe Kongre wê bi encamnameyekê bi dawî bibe.