Festîvala şehîd Stêrvan a jinên ciwan li Tebqayê bi belavkirina xelatan bi dawî bû

Di çarçoveya çalakiyên bi diruşma “Werin Cenga Azadiyê” de, Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê Mihrîcana Şehîd Stêrvan a Sêyemîn li keleha Ceber a li Tebqayê li dar xist. Mihrîcan bi belavkirina xelatan bi dawî bû.

Mihrîcana Şehîd Stêrvan a Sêyemîn a li ser asta Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê bi diruşma “Bi rengên jina ciwan em ê şoreşa çandê geş bikin” hat lidarxistin.

Nûnerên rêveberiya sivîl, meclisên leşkerî, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, saziyên ciwanan û bi sedan şêniyên Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê beşdarî bûn.

Axaftina destpêkê ya mihrîcanê ji aliyê endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Şeza El-Hisên ve hate kirin.

Şeza got: “Em ê xeta têkoşînê dewam bikin heya ku civakeke demokratîk û azad ava bibe.

Bi navê YPJ’ê ji fermandar Dilmav Xabûr di kesayeta şehîd Stêrvan Xemgîn de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û wiha anî ziman:

Em soz didin jinan ku em ê wan zihniyeta kapîtalîst xils bikn û nifşekî li ser fikirê neteweya demokratîk ava bikin.

Piştre nameyên pîrozbahiyê yên Mihrîcanê hatin xwendin.

Di Mihrîcanê de jinan dan zanîn ku Mihrîcan bi rengê jinê hat xemilandin.

Her wiha di Mihrîcanê de hunermend Yasmîn Mihemed a ji Tebqayê stran û gelek komên guvend û stranan ji Tebqa, Reqa, Dêrazorê û Minbicê hunerên xwe pêşêkş kirin.

Di dawiyê Mihrîcanê de xelat li kesên ku beşdarî Mihrîcanê bûn, hate belavkirin.

Back to top button