Meclisa Kantona Girê Spî ji bo koçberan li Reqayê kampek vekir

Meclisa Kantona Girê Spî amadekariyên kampa koçberan a Til Semînê temam kir.

 

Kampa Koçberan a li Til Semînê bi hevkariya Meclisa Kantona Girê Spî, Rêveberiya Xweser û Meclisa Sivîl a Reqayê hat avakirin.

Kampa koçberan a li gundewarên bakurê Reqayê îro hat vekirin û weke destpêkê 11 malbat hatin bicîhkirin.

Koçberên ku hatin bicîhkirin ji aliyê Hevseroka Kantona Girê Spî Hemdan El-Ebid, endamên komîteya rêveber a kampê û endamên saziyên sivîl ve hatin pêşwazîkirin.

Li Wargeha Koçberan a Til Semînê, eeke qonaxa yekemîn, 100 kon hatin vedan.

Di kampê de ji bo pêdiviyên xwarin yên koçberan bi cîh bîne mitbexek jî hate avakirin.

Tê payîn ku pêvajoya duyemîn bi avakirina 500 konên din dewam bike.

Leave a Reply

Back to top button