”Li hemberî hişmendiya mêr- dewletê pêwîste têbikoşin”

Endama Dîwana Edaletê ya Kantona Kobanê Rewşen Haçim û Endama Rêxistina Sara Fewze Henîfî, derbarê mijara kuştin, xwekuştin û tundiya li dijî jinan nerînên xwe anîn ziman û gotin:

Ji ber sedema hişmendiya mêr, kevneşopiyên feodal jin bi tundî û kuştinê re rûbirû dimînn.”

Di van demên dewiyê de kuştin û xwekuştina jinan li herêma Firatê zêde bûne.

Bajarê Kobanê ku bi çanda eşîrtî tê nasîn û xwedî feraseta kurdeweriye ye, di şoreşa Rojava de jî bi bajarê serhildan û berxwedanê tê nasîn.

Ji ber van taybetmendiyên xwe dewleta tirk û hevkarên wê bi awayek zanebûn êrîşî çanda vî bajarî dikin.

Bi rêya kuştina jinan hewildidin civakî têk bibin, dema ku hişmendiya mêrê feodal û netew-dewletê dibe yek wê demê destihiladarî û tundiya li ser jinê zêde dike.

Têkildarî mijarê Endama Dîwana Edaletê ya Kantona Kobanê Rewşen Haçim û Endama Rêxistina Sara Fewze Henîfî nerînên xwe anîn ziman.

Rewşen Haçim diyar kir ku ev demeke jin tên kuştin û yan jî dawî li jiyana xwe tînin, sedemên van jî zextên malbat û civakî ye.

”Pêwîstiya jinan bi parastinê heye”

Fewze Henîfî jî destnîşan kir ku hişmendiya desthilatdar ya baviksalarî zextên xwe li ser jinan zêde dike, ev jî dibe sedem ku jin bi her cureyên tundiyê re rûbirû bên.

Back to top button