HPG: Li Heftenînê 7 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn

Li herêma Heftenîn ya başûrê Kurdistanê artêşa tirk a dagirker ji ber derbên gerîla ji hev dikeve.

Artêşa tirk a dagirker ku li Heftenînê asê maye, rojane derbên giran dixwe.

HPG’ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de 20’ê Tebaxê gerîlayan çalakî pêk anîne.

Di encamê de, 7 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Ji ber çalakiyên gerîla yên li Heftenînê, artêşa tirk roj bi roj têk diçe.

Li Heftenînê ji ber çalakiyên gerîla derûniya leşkerên dewleta tirk a dagirker xirab bûye û nexweş ketine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek da.

HPG’ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Heftanînê de 20’ê Tebaxê gerîlayan li dijî oparesyona artêşa tirk ya dagirker çalakî pêk anîn.

Gerîlayan saet 08:00’an li derdora gundê Banikê leşkerên artêşa Tirk a dagirker xistin bin kontrola xwe.

Li dijî leşkerên dagirker ên xwestin bikevin nava gundê Banikê, li qada navbera Pîrbila û Banikê, çalakî kirin.

Gerîlayan ji cihekî nêz ve derbên giran li dagirkeran xistin.

Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate zelalkirin 5 dagirker hatin kuştin.

Gerîlayan her wiha baskê 2’emîn ê dagirkeran ku li qadê tevdigeriya, xistin bin kontrola xwe û piştre bi rêbaza sabotajê çalakî kirin.

Di vê çalakiyê de jî bi qasî ku hate zelalkirin 2 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

HPG’ê diyar kir ku gerîla Mizgîn û Zana ku ji roja destpêkê ya operasyona dagirkeriyê ve li qadê bûn û mohra xwe danîn binê berxwedaneke mezin, di vî şerî de bi rengekî fedayî şer kirin û derbên giran li dijmin xistin.

HPG’ê dazanîn ku gerîla Mizgîn û Zana di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn û di demên pêş de jî wê li ser nasnameya gerîlayan agahiyên berfireh bi raya giştî re parve bikin.

Back to top button