QSD: tevî biryara agirbestê êrîşên Tirkiyê dewam kirin, 16 şervanên me şehîd bûn

Navenda Ragihandina QSD’ê bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a 24 saetên dawî eşkere kir.
QSD’ê destnîşankir ku dewleta Tirk li gorî agirbestê tevnegeriya ye, êrîşên xwe ranewastandi ye û di van êrîşan de 16 şervanên wan şehîd bûne û 3 jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandina QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe dewam kir û tevî bombebarana li dijî gundên Serê Kaniyê, gelek hêz û amadekariyên leşkerî anîn herêmên agirbestê.

Li derdora gundên Hebeş û Şikêriyê, komên çete û artêşa dagirker a Tirk hewl dan êrîşî êniyên hêzên me bikin.

Li hin cihê din jî çeteyên Tirkiyê êrîş kir û xwestin bi panzêran pêşde werin.

Hêzên me jî di çarçoveya parastina rewa de bersiva dan û li hin deran şer derket.

Piştî têkbirina hewldana wan paş ve çûn, lê belê artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û topan êrîşên xwe dewam kir.

Her weha dewleta Tirk a dagirker hêza xwe li derdora gundên Til Xenzîr û Elokê belav kir û li heman herêmê ji bo amadekariya êrîşan hejmareke mezin ji çeteyên xwe jî bi cîh kir.

QSD’ê ragihand ku di encama êrîşên hovanê yên dagirkeriya Tirkiyê de 16 şervanên QSD şehîd bûne û 3 jî birînar bûn.

Leave a Reply

Back to top button