Di êrîşa hêzên Îranê de 2 kolber birîndar bûn

Hêzên rejîma Îranê êrişî dû komên kolber kirin, di encamê de 2 kolber birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Kolber newsê, îro hêzên rejîma Îranê êrişî komeke kolber yên li herêma Sine kirine.

Li gorî heman nûçeyê, di encama êrişa hêzên rejîma Îranê ya li Sine de, kolberê bi navê Soran Qadirî yê 35 salî birîndar bû.

Soran Qadirî ew rakirine nexweşxaneya Merîwan.

Duh jî li herêma Maku ya ser bi Urmiyeyê, hêzên rejîmê êrişî komek kolber kirin.

Di encama êrişê de zarokê 15 salî yê bi navê Yusif Fercamî birîndar bû.

Back to top button